Li navçeya Sûrê ji bo zarokan hewz hat danîn

Zarok bi çêkirina hewzan kêfxweş bûn û êdî ji bo ketina avê naçin derveyî bajêr.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ji bo ku di hewaya germ de zarok bikaribin hênik bibin, ji aliyê Qeymeqamiya Sûrê ve melevangeh hatin danîn. Zarok bi çêkirina hewzan kêfxweş bûn û êdî ji bo ketina avê naçin derveyî bajêr.

Li Diyarbekirê pileya germahiyê derdikeve ser 40î û welatî jî li rêyên hênikbûnê digerin. Bi taybetî jî zarok ji germê bêzar dibin û berê xwe didin melevaniyê.

Gerînendehiya Werzişê ya Sûrê jî ev pêdivî berçav girt û ji bo zarokan birk ango hewz danîn. Rêveber dibêjin xwestekeke wisa ya zarokan hebû û wan jî bersiva vê xwestekê daye.

Ava hewzê bi rêk û pêk tê guherîn û ev xebat bi projeya bi navê “Bila herkes fêrî melevaniyê bibe” tê rêvebirin.

Mamosteyê Melevaniyê Mehmet Kizil ji K24ê re diyar kir: “Zarokên ku bo ketina avê berê xwe didan Çemê Dîcleyê, ew kêfxweş in ku êdî ne neçar in bo ketina avê dûr herin û di melevangehên bo wan hatine çêkirin de demek rengîn û bi coş  derbas dikin.”

Zarokekî bi navê Suleyman Guzel diyar kir: “Hewa germ e, em tên vê derê melevaniyê dikin.”

Enes Demir dibêje: “Hewa germ e, evder xweş e, em dikevin avê.”

Ozan Ateş jî destnîşan dike: “Hewa germ e, em dikevin avê em hênik dibin, paşê diçin malê.

Herwiha Şêrzan Birlik dibêje: “Ev der xweş e, em melevaniyê dikin.”

Tê pêşbînîkirin ku pileyên bilind ên germê heta dawiya meha Îlonê jî bidomin û ji ber vê yekê jî  melevangehên ji bo zarokan hatine danîn dê heta dawiya Îlonê jî di xizmeta zarokan de bin.

Zarok kêfxweş in ku hewzek wisa hatiye çêkirin û demên xweş derbas dikin lê zarok dibêjin tenê 1 hewz têra zarokên Sûrê nake û divê herî kêm 5 hewz hebin.