Serokê Partiya Saadetê: Egereke mezin e Kiliçdaroglu bibe namzedê hevpar

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Saadetê ragihand, egereke mezin e Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe namzedê opozisyonê ji bo postê Serokomariya Tirkiyeyê. Karamollaoglu got jî, piştgiriya cemawerî ya ji bo Erdogan jî kêm bûye.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu diyar kir, egerek mezin e Kiliçdaroglu bibe namzedê hevpar yê şeş partiyên opozisyonê. 

Karamollaoglu anî ziman jî, wan di civînên xwe de behsa namzedê postê serokomar nekirine û heta dîroka hilbijartinê diyar nebe, ew namzedê hevpar eşkere nakin.

Temel Karamollaoglu di derbarê Erdogan de jî destnîşan kir ku piştgiriya gel ya ji bo Erdogan kêm bûye, Erdogan niha ne namzedekî bihêz e.

Karamollaoglu destnîşan kir, pêwîstiya wan bi namzedekî bihêz yê bikare pirsgirêkên gel çareser bike heye û ev jî divê bi hevkariya ligel şeş partiyên opozisyonê pêk bê.