Droneke Tirkiyê bajarokê Til Rifetê bombebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûne.
Jêderekî ji bajarokê Til Rifetê ji K24ê re got, îro danê sibê droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 3 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.
Demek e gefa Tirkiyê destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du herêman kom kirine û bi awayekî berdewam topbaran dike û di encamê de sivîl dibin qurbanî.
Bajarokê Til Rifatê 35 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye. Til Rifet ji sala 2016an ve di destê HSDê de ye.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 125 hezaran Efrînî li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.