Leşkergeha Zêlkanê bi 9 mûşekan hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Leşkergeha Zêlkanê li parêzgeha Neynewayê ya ku hêzên artêşa Tirkiyê lê ne, bi 9 mûşekan êrîş lê hate kirin.

Dijeterora Kurdistanê îro 25ê Tebaxa 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 13:50 leşkergeha Zêlkanê ya hêzên artêşa Tirkiyê lê ne bi 9 mûşekan hat armanckirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, mûşek ji cureya Grad in û li derdora leşkergeha Zîlkanê ketin xwarê û ti ziyanên canî û madî jê derneketin.

Diyar kir jî, ew mûşek ji ser barhilgirekê ji navbera gundên Faziliyê û Kanûnê yên li nahiya Başîkê hatine avêtin ku ji encama avêtina mûşekan, ew otomobîl şewitiye.

Leşkergeha Zêlkanê li nahiya Başîk ya li parêzgeha Neynewayê ye, piştî hatina teroristên DAIŞê nava Iraqê di sala 2014an de, artêşa Tirkiyê wê demê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê derbasî wê deverê bû û lê wê leşkergehê bi cih bû. Ji wê demê de jî, ev leşkergeh çend caran rastî êrîşan hatiye.