Li Xaneqînê kur û dayîkek hatin kuştin

Li bajarokê Xaneqînê, îro înê danê sibê kur û dayîkek li mala xwe bi gulleyan hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Li bajarokê Xaneqînê, îro înê danê sibê 26ê Tebaxa 2022yan kur û dayîkek li mala xwe bi gulleyan hatin kuştin.

Jêderekî ji asayîşa Xaneqînê ji Kurdistan24ê ragihand, bûyer îro danê sibê di demjimêr 05:45 xulekan de rûdaye.

Li gor zanyariyên jêderê Kurdistan24ê, encamderê vê tawanê reviyaye û hîn nayê zanîn ku sedem çi bûye.

Hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê, belgeyên tawanê hatine hilgirtin û termên kuştiyan bo bijîşka dadwerî hatine veguhestin.

Polîsan dest bi lêpirsîna bûyerê kirine û gotinên kesûkarên kuştiyan werdigrin.

Navê xortê ku hatiye kuştin, Umer Azad e û 27 salî ye û temenê dayîka wî jî 54 salî ye.