Îranê dîsa ava Zêya Biçûk bi ser Herêma Kurdistanê de girt

Komara Îslamî ya Îranê careke din ava Zêya Biçûk li Bendava Kolese ya Serdeştê bi ser Herêma Kurdistanê de girt.

Pişder (K24) – Komara Îslamî ya Îranê careke din ava Zêya Biçûk li Bendava Kolese ya Serdeştê bi ser Herêma Kurdistanê de girt.

Ji ber girtina ava Zêya Biçûk (Projeya Ava Xas) ku ava vexwarinê ji bo nişteciyên Qeladizê ya navenda Pişderê dabîn dike, dest bi çêkirina berbestê li ber avê hatiye kirin, da ku bikarin ava pêwîst a vexwarinê ji bo welatiyan dabîn bikin.

Rêveberiya Projeya Ava Xas di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê dike ku Îran ava Zêya Biçûk girtiye.

Rêveberiyê du wêne belav kirine û nivîsandiye: “Cudahiya navbera du wêneyan, du demjimêr e”, ku tê de xuya dike, li ber ava Zêya Biçûk berbest dirust dikin, da ku bikarin ava vexwarinê ji bo nişteciyên Qeladizê dabîn bikin, ji ber ku ava di nav zêyê de maye, ava çavkaniyên navxwe yên Herêma Kurdistanê ye.