Ciwanê ku îro ji ber teqîna mayînê birîndar bû canê xwe ji dest da

Piştî ku ji ber teqîna mayînekê li navçeya Kifrî du karkerên bav û kur bi giranî birîndar bûn, karkerê ciwan canê xwe ji dest da.

Silêmanî (K24) – Piştî ku ji ber teqîna mayînekê li navçeya Kifrî du karkerên bav û kur bi giranî birîndar bûn, karkerê ciwan canê xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsê Germiyanê Elî Cemal Qidûrî di daxuyaniyekê de ragihand, îro înê danê sibê 2yê Îlona 2022yan li navçeya Kifrî ji ber teqîna mayînekê, kur û bavek birîndar bûn, piştî veguhestina wan bo Nexweşxaneya Şehîd Hejar a li Kelarê, ciwanê bi navê Elî Tariq Husên yê 16 salî canê xwe ji dest da.

Elî Cemal Qidûrî eşkere kir, bavê wî jî ji ber giraniya birîna wî, ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniiyê hatiye veguhestin.