Li Kifrî du karker ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn

Ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Kifrî, du karker ku bav kurek in, bi giranî birîndar bûn.

Kifrî (K24) – Ji ber teqîna mayînekê li bajarokê Kifrî, du karker ku bav kurek in, bi giranî birîndar bûn.

Îro danê sibê 2yê Îlona 2022yan, li bajarokê Kifrî, ji ber teqîna mayînekê li cihekî komkirina hesin, du kes bi giranî birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Jêderekî ji polîsê navçeya Kifrî ji Kurdistan24ê re ragihand, vê sibê li başûrê navçeya Kifrî, bav û kurek di dema komkirina hesin de mayînek bi wan de teqiya û her du bi giranî birîndar bûn.