Şandeke Rêveberiya Xweser serdana parêzgarê nû yê Hesekê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Rêveberiya Xweser û ji bo rewşa bajarokê Til Temirê û pirsa perwerdehiyê, bi Parêzgarê Hesekê yên nû re civiya.

Medyaya opozîsyona Sûriyê belav kir, şandeke Rêveberiya Xweser ku ji Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve Bedran Çiyakurd û hejmarek fermandarên HSDê pêk dihat, duhî 4ê Îlonê serdana Parêzgarê Hesekê Loey Seyoh kir.

Li gorî zanyariyên malpera “Enabbaladi”, civîn bi armanca “hevahengiya ewlekarî di navbera her du aliyan de”, bi taybetî li bajarokê Tel Temirê yê li bakurê rojavayê Hesekê bû.

Tel Temir û deverên cuda yên gundewarê Hesekê bi awayekî rojane rastî topbarana hêzên ser bi Tirkiyê ve tên, HSD rejîmê tawanbar dike ku bersiva wan êrîşan nade.

Her wiha di civînê de, daxwaz ji Rêveberiya Xweser hate kirin ku rê bide xwendekarên ku dixwazin rêbaza rêjîmê bixwînin, biçin dibistanên ser bi hikûmeta Sûriyê be û astengiyan ji wan re çênekin.

Ev hevdîtina şanda Rêveberiya Xweser û Parêzgarê Hesekê di demekê de tê, piştî gurbîna gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, lihevkirinên leşkerî di navbera HSD û artêşa Sûriyê hatin kirin û hêzên rêjîma Sûriyê derbasî hin deverên Rêveberiya Xweser bûn.