Liz Truss bû Serokwezîra nû ya Brîtanyayê

Liz Truss di rikeberiya li hember Rishi Sunak a ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran de bi ser ket û bû Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra nû ya Brîtanyayê.

Hewlêr (K24) – Liz Truss di rikeberiya li hember Rishi Sunak a ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran de bi ser ket û bû Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra nû ya Brîtanyayê.

Li Brîtanyayê navê kesa ku li şûna Boris Johnson weke Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra Brîtanyayê hate ser kar, diyar bû.

Rikeberiya navbera Wezîra Derve Liz Truss û Wezîrê berê yê Darayî Rishi Sunak ya ji bo serokatiya partiya desthilatdar bi dawî bû û hat ragihandin ku Liz Truss bû serokwezîra nû.

Liz Truss di dengdana Partiya Parêzgaran de ku ji bo Serokwezîriya Brîtanyayê hat encamdan, nêzîkî %57.4 deng bi dest xistin.

Truss piştî ragihandina serkeftina wê, gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de spasiya Boris Johnson kir ku pêvajoya Brexitê û belavkirina vaksîna Covid-19ê bi awayekî serkeftî birêve biriye û herwiha ji bo berxwedana wî ya li hember Serokê Rûsyayê Vladimir Putin spasiya xwe pêşkêş kir.