Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Washington bi girîngî li rêkxistinên Wezareta Pêşmerge dinêre

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê piştevaniya xwe ji bo pêngav û biryarên Wezîrê Pêşmerge yên di proseya çaksaziyê de nîşan da.

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê piştevaniya xwe ji bo pêngav û biryarên Wezîrê Pêşmerge yên di proseya çaksaziyê de nîşan da û ragihand, Washington bi girîngî li rêkxistinên Wezareta Pêşmerge dinêre û di vê mijarê de hevkarî û hevahengî didomin.

Îro 6ê Îlona 2022yan, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl pêşwazî li Konsulê nû yê Amerîka yê li Hewlêrê Ervin Hicks Jr û şandeke serbazî û dîplomasiyê ya pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya navçeyê hat gotûbêjkirin û herdu alî hevnêrîn bûn li ser parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Her di vê hevdîtinê de Şoriş Îsmaîl behsa hewl û pêngavên çaksaziyê yên Wezareta Pêşmerge kir û li ser vê mijarê Konsulê Giştî yê Amerîkayê tevî destxweşiyê, piştevaniya welatê xwe ji bo serxistina proseya çaksaziyê û xebata ji bo jiholêrakirina astengiyên li ber vê proseyê cardin anî ziman.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê Ervin Hicks Jr destnîşan kiriye ku rêkxistin û yekkirina hêzan erkekî giran e û pêwîstî bi hevkarî û piştevaniya hemûyan heye û got: “Em piştevaniya ruyaya Wezîrê Pêşmerge dikin di dirustkirina hêzeke bihêz a yekbûyî ya serbazî de û li ser vê mijarê Amerîka û hevpeymanan bi erkê xwe rabûne û çaverêya zêdetir di rêkxistina hêza Pêşmerge de dikin.

Ervin Hicks Jr beriya were Hewlêrê, danûstankarê sereke yê ofîsa karûbarên siyasî û serbazî yê li ofîsa asayîşê, şêwirmendê siyaseta derve bo hêzên hevbeş ên serbazî yên li Efrîqayê bû.