Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Liz Truss wek Serokwezîra Brîtanya û Seroka Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Trussê kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hilbijartina Liz Truss wek Serokwezîra Brîtanya û Seroka Partiya Parêzgaran a Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Trussê kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pîrozbahî li Liz Trussê dikim ji ber hilbijartina wê wek Seroka Partiya Parêzgaran û serokwezîr.”

Herwiha Nêçîrvan Bazanî nivîsandiye: "Ez ji wê re serkeftinê dixwazim di peywira wê de û hêvî dikim ku bi wê re bixebitim da ku têkiliyên me yên bihêz û nirxên hevpar bêtir pêşve bibin.”

Îro duşemê 5ê Îlona 2022yan, Liz Truss di rikeberiya li hember Rishi Sunak a ji bo serokatiya Partiya Parêzgaran de bi ser ket û bû Seroka Partiya Parêzgaran û Serokwezîra nû ya Brîtanyayê.

Liz Truss di dengdana Partiya Parêzgaran de ku ji bo Serokwezîriya Brîtanyayê hat encamdan, nêzîkî %57.4 deng bi dest xistin.

Truss piştî ragihandina serkeftina wê, gotarek pêşkêş kir û di axaftina xwe de spasiya Boris Johnson kir ku pêvajoya Brexitê û belavkirina vaksîna Covid-19ê bi awayekî serkeftî birêve biriye û herwiha ji bo berxwedana wî ya li hember Serokê Rûsyayê Vladimir Putin spasiya xwe pêşkêş kir.