Gazprom bi stranekê hişyariyê dide Ewrûpayê

Kompaniya Gazprom a Rûsî bi belavkirina vîdeo klîpekê ku straneke Rûsî tê de ye, hişyariyê dide Ewrûpayê û dibêje, zivistana îsal dê dijwar be.
Gazprom
Gazprom

Hewlêr (K24) – Kompaniya Gazprom a Rûsî bi belavkirina vîdeo klîpekê ku straneke Rûsî tê de ye, hişyariyê dide Ewrûpayê û dibêje, zivistana îsal dê dijwar be.

Klîpa Gazprom ku nêzîkî du xelk e, strana hunermenda Rûsî Varvara Vizbor û dîmenên sir û seqemê û çend bajarên Ewrûpayê tê de hene.

Stran bi sernavê "Zivistan dê dijwar be" hatiye belavkirin û naveroka wê behsa mirina payîzê û hatina zivistaneke dijwar dike.

Belavkirina vê klîpê ji aliyê Gazpromê ve, di demekê de ye ku ji ber rawestana veguhestina gazê bi rêya Nord Stream, ji bo welatên Ewrûpayê alozî zêdetir bûye û nirxê gazê careke din zêde bûye.

Gazprom sedema rawestana hinardekirina gazê bi rêya Nord Stream weke nûjenkirina beşekê projeyê nîşan daye.

Desthilatdarên Ewrûpayê jî dibêjin, ev xirab bikaranîna enerjiyê ye, armanca vê zext û dabeşkirina Yekîtiya Ewrûpayê ye, ji ber ku li hember leşkerkêşiya Rûsyayê piştevaniya Ukraynayê dike.