Piştî koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem dê çi rûbide

Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem koça dawî kir û tîma bijîşkî îro ragihandibû ku ew ji rewşa tendirustiya Elizabetha Duyem gelek nîgeran in. Piştî mirina wê, yekem karê ku dê were kirin, kurê mezin ê şahjin, ango Mîr Charles rasterast dibe şahê welat.

Piştî ku bijîşkan diyar kir ku rewşa tendirustiya Elizabetha Duyem cihê nîgeraniyê ye, Koşka Buckingham dest bi amadekariya ji bo haleta mirina şahjinê kir.

Ew li Koşka Balmoral a li Skotlandê di bin çavdêriya hûr de bû.

Elizabetha Duyem di temenê xwe yê 96 salî de û zêdetirî 70 sal li ser kursiyê qraliyeta welatê xwe bû û hikumdara herî bi temen bû ku heta niha li ser kursiyê desthilat mabû.

Piştî mirina Şahjin Elizabetha Duyem dê çi rûbide?

Di yekem çirkeyên mirinê de, "Operasyona Pira Londonê" dest pê dike. Ev operasyon taybet e bi koça dawî ya şahjin û ev rêkar dê werin pêkanîn, ku di meha Îlona par de, zanyariyên li ser operasyonê ketibûn destê medyayê û vê yekê hikûmeta Londonê hêrs kiribû.

Plan çawa ye?

Sekreterê taybet ê Şahjin, yekem kesê ligel biaxive, pêwendiyê bi Serokwezîrê Brîtanyayê bike û jê re bibêje: Şahjin koça dawî kir.

Piştî wê, Serokwezîr, wezîrên kabîneya xwe bi nameyekê agahdar bike û piştî tenê 10 xulekan ala Brîtanyayê heta nîvî bînin xwarê.

Liz Truss sêşema borî, Şahjin Elizabetha Duyem li Koşka Balmoral a Skotlandê dît, weke yekem karê destbikarkirinê li postê serokwezîriyê.

Di çend demjimêrên borî de ji ber xirabiya rewşa tendirustiya şahjin, rewş li Koşka Balmoral guherîbû.

Gelek kes kom bûbûn, da ku li ser çarenûsa şahjin dilniya bibin, lê belê hemû ev agahî bihîst ku koça dawî kiriye.

Piştî mirina şahjin, London 15 hikûmetên derve yên Brîtanyayê û 36 welat û serkirdeyên welatên commonwealth agahdar dike.

Piştre parçeyê reş li ser Koşka Buckingham tê danîn û kanala BBC ya Brîtanyayê, weşana asayî ya bernameyên xwe radiwestîne û bêjerên wan cilûbergên reş li xwe dikin û logoya saziyê ji rengê sor dibe reş.

Herwiha li dêrên li welat zengil têne lêdan û karê bazirganiyê têne rawestandin û holên şanoyê û hinek bûyerên werzişê têne paşxistin.

Li Brîtanyayê dê şîna giştî bo dema 10 rojan were ragihandin.

Piştî çend rojan, term dê were amadekirin ji bo bixakspartinê û bi beşdariya bi sed hezaran kesan, dê bi xakê were spartin.

Tê çaverêkirin ku termê şahjin, li nêzîkî gora bavê wê Georgeyê Şeşem li Dêra Keşe George were veşartin.