Cîhan ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem xemgîn e

Ji ber koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, serok û şahên cîhanê peyama hevxemiyê arasteyî malbata şahane û gelê Brîtanyayê kirin.

Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, serok û şahên cîhanê peyama hevxemiyê arasteyî malbata şahane û gelê Brîtanyayê kirin.

Koşka Spî ya Amerîkayê ala welatê xwe anî xwarê û Encûmena Navdewletî jî xulekek bêdengî ji bo koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem rawestiya.

Serok Barzanî: Ez ji ber koça dawî ya xwedî rûmet Şahjin Elizabetha Duyem gelek xemgîn im. Ez sersaxiyê li malbata şahane û gel û hikûmeta Brîtanyayê dikim û hevbeşê xema wan im.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê: Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem pir xemgîn im. Xem û duayên min di vê dema dijwar de bi malbata şahjin û gelê Şahnişîna Yekbûyî re ne.

Joe Biden, Serokê Amerîkayê: Şahjin Elizabetha Duyem jineke dewletmedar a bi weqar û xweragir û bêhempa bû.

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî: Serkirdetiya Şahjin Elizabetha Duyem bala cîhanê kişandibû, ew hevaleke baş a Neteweyên Yekbûyî bû.

Ursula von der Leyen, Komîsyara Bilind a Yekîtiya Ewrûpayê: Şahjin Elizabetha Duyem hêmaya berdewamî û çavkaniya hêzê bû.

Pedro Sanchez, Serokwezîrê Îspanyayê: Şahjin Elizabetha Duyem kesayeteke girîng a cîhanê bû, di nivîsandina dîroka Brîtanya û Ewrûpayê de beşdar bû.

Anthony Albanese, Serokwezîrê Awustralyayê: Koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem, dawiya serdema desthilateke dîrokî ya tijî bawerî û xizmet e.

Şah Felipeyê Şeşem, Şahê Îspanyayê: Şahjin Elizabetha Duyem, hestê wê yê berpirsyarî û pabendbûna wê ya bilind hebû, ku hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe terxan kir.

Papa Francis, Papayê Vatîkanê: Ez ji ber koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem gelek xemgîn im, ez ji bo şahjina koçkirî û şahê nû dua dikim.

Frank-Walter Steinmeier, Serokomarê Almanyayê: Şahjin Elizabetha Duyem ew jin bû ku dîrok nivîsand.

Justin Trudeau, Serokwezîrê Kanadayê: Şahjin Elizabetha Duyem nûnertiya beşeke girîng a dîroka Kanadayê dikir.

Mihemed Bin Zayid, Serokê Îmarata Erebî: Şahjin Elizabetha Duyem serkirdeyeke xoşewîst bû.