Charlesê Sêyem bi fermî bû Şahê Brîtanyayê

Piştî koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem, îro encûmena text a qraliyetê ragihand, Charlesê Sêyem bi fermî bû Şahê Brîtanyayê.

Hewlêr (K24) – Piştî koça dawî ya Şahjin Elizabetha Duyem, îro encûmena text a şahane ragihand, Charlesê Sêyem bi fermî bû Şahê Brîtanyayê.

Îro şemiyê 10ê Îlona 2022yan, Charlesê Sêyem di merasîmeke fermî de di demenê xwe yê 74 salî de sonda yasayî xwend û bû Şahê Brîtanyayê.

Charlesê Sêyem di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ji bo berjewendiya giştî di piştevaniya hikûmetê de berdewam dibe.

Şah Charlesê Sêyem herwiha diyar kir: “Em berdewam dibin li ser nerîtên Brîtanyayê.”

Duh roja înê 9ê Îlona 2022yan Şah Charlesê Sêyem di gotarekê de bo gelê Brîtanyayê li ser koça dawî ya Şahjin Elizabetha dayîka wî, eşkere kir ku kurê wî yê mezin Şahzade William li şûna wî dibe Cînişînê Şahê Brîtanyayê.