Tîma Duhokê piştî 6 salan vedigere Xula Nayab a Iraqê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Duhokê ya Futbolê piştî serkeftina li hembera Emaneya Bexdayê (2 - 0), piştî şeş salan vedigere Xula Nayab a Iraqê.

Ji bo gihîştina bi Xuleya Nayab a Iraqê, îşev li stadyuma “Bajarê Navdewletî” a Bexdayê, tîma Duhok û Emaneya Bexdayê rûbirûyî hevdu bûn û tîma Duhokê bi encama (2 - 0) bi ser ket.

Golên Duhokê di xulekên (16 û 81) bi riya Prince Okopoko û Kerîm Dalî hatin tomarkirin.

Ji bo beşdarîbûna di stadyumê de, zêdetir ji hezar hander ji bajarê Duhok û Hewlêrê çûn Bexdayê.

Bi vê serkeftinê, tîma Duhokê û 3 tîmên din Herêma Kurdistanê di Xula Nayab a Iraqê 2022-2023an de beşdar dibin.

Piştî serkeftina tîma Duhokê, Parêzgarê Duhokê Elî Teter di peyamekê de pîrozbahî li tîma Duhokê kir û got, vê serkeftinên xweşî xiste dilê hemû welatiyên parêzgeha Duhokê û hêvîdar in di Xula Nayab a Iraqê de baştirîn encaman bi dest bixin.