Berpirsê Liqê 15 ê PDKê: Dibistaneke Kurdî li Xaneqînê nemaye

Berpirsê Liqê 15 ê PDK radigihîne, Xaneqîn bûye leşkergehek û ti dibistanên Kurdî lê nemane

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê 15 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, Xaneqîn bûye leşkergehek û ti dibistanên Kurdî lê nemane.

Berpirsê Liqê 15 ê PDKê Şêx Cafer Mistefa ji K24ê re ragihand, “Erebkirina Xaneqînê bi awayekî bilez tê kirin. Roj li dû rojê xelkê wê zêdetir rastî zehemtiyan tê. Xaneqîn bûye leşkergehek û li ser hemû koçe û kolanan otomobîleke leşkerî ya tankek rawestiya ye. Xelkê Xaneqînê rastî gefan tê.”

Şêx Cafer Mistefa got jî: “Tenê dibistaneke seretayî li Xaneqînê bi navê Şadan hebû, îro deriyê wê dibistanê jî hate girtin. Yanê ti dibistanek ku Kurdî lê were xwendin li Xaneqînê nema.”

Diyar kir jî: “Ji ber ku rêjeyeke kêm ji derçûyên pola 12 yên navçeyên Kurdistanê li zanîngeh û peymangehên Herêma Kurdistanê tên wergirtin, piraniya wan li zanîngeh û peymangehên din bi zimanê Erebî dixwînin, ku ev jî pirseke metirsîdar e.”

Derbarê hebûna baregehên PDKê li Xaneqînê de, Şêx Cafer Mistefa got: “Tenê baregeheke me li Xaneqînê vekirî ye, ew jî baregeha Yekîtiya Jinan e. Çend roj in gefa girtinê li wê jî tê xwarin.”

Berpirsê Liqê 15 ê PDKê got: “Li Xaneqînê gef li ser endam û kadroyên partiyên din ên Kurdistanî jî heye. Bi giştî, rewşa ewlehiya bajêr ji bo welatiyên Kurd gelekî xirap e.”

Xaneqîn bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ketiye destê hêzên Iraqî û rewşa wê ya ewlehiyê gelekî xirap e.