Mesrûr Barzanî: Em hewl didin jêrxaneyeke aboriyê ya bihêz li Kurdistanê dirust bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, em hewl didin jêrxaneyeke aboriyê ya bihêz li Kurdistanê dirust bikin û di pêşerojeke nêzîk de, hest bi berhem û encamên wê tê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistana Eylûl a li qezaya Berdereşê zengilê sala nû ya perwerdehiyê lêda û di gotarekê de got: “Pîrozbahiyê li hemû xwendekarên xweşewîst dikim ji bo destpêka saleke nû ya perwerdehiyê. Hêvîdar im hûn hemû saleke nû ya perwerdehiyê bi serkeftî temam bikin. Ev berdewamiya proseya perwerdehiyê ye ku pêwîstiya me hemûyan bi pêgehandina nifşekî zîrek û têgihîştî heye, ji bo bikarin di pêşerojê de zêdetir xizmeta gel û welatê xwe bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Di du salên borî de, em rastî çendîn qeyranan bûn. Di vê dawiyê de jî, qeyraneke din li cîhanê derket û bandora wê ya nerênî li ser hemû cîhanê hebû û bi taybet bandora wê li ser aboriya welatan hebû. Em li Kurdistanê dibe ku me zêdetir hest bi dijwariyê kiribe, lê tevî wan qeyranan me karî xweragir bin û li ser pêyên xwe rawestin. Spasiya hemû takên Kurdistanê û bi taybetî mamosteyan dikim ku di xweragiya li hember dijwariya jiyanê de berdewam bûn. Lê belê piştrast bin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina wan qeyranan kêmtirxem nebûye û nabe jî. Ev qonaxeke demdirêj e û dibe ku di roj û şevekê de jî nikaribin hemû pirsgirêk çareser bikin.”

Serokwezîr Mesûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Em hewl didin jêrxaneyeke aboriyê ya bihêz li Kurdistanê dirust bikin. Dibe ku ewê me di du salên borî de hewl ji bo wê daye, gelekî neyê dîtin. Lê jêrxaneyek dirust dibe, di demeke nêzîk de berhem û encamên wê diyar dibin. Ew jî ji bo wê yekê ye ku aboriyeke me hebe ku bikare derfetên kar peyda bike û jiyaneke baştir ji hemû welatiyan û nifşên pêşerojê re dirust bike.”

Derbarê avakirin û nûjenkirina dibistanan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me hewl da hejmarek dibistanan ava bikin yan nûjen bikin û Hikûmeta Herêmê jî erkê xwe cibicî kir. Di vê derbarê de pêwîst e spasiya karta taybet bikim ku alîkariya hikûmetê kir û hin dibistan ava kirin. Hêvîdar im ew di hevkarîkirina hikûmetê û peydakirina jîngeheke baştir ji xwendekaran re berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kampînekê ji bo hişyarkirina welatiyan û hezkirina welat û nirxên bilind ên civaka me kiriye, ji bo zêdetir giringiyê pê bidin.”

Amaje bi wê jî da: “Em îro li qezaya Berdereş in ku navçeyeke diyar a berhemên çandiniyê ye. Di dema borî de wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me giringiyeke mezin bi wê daye ku berhemên çandiniyê zêdetir bikin. Li vê deverê petate bi awayekî baş tê berhemanîn û hinardeyî derveyî welat dibe. Pêwîstiya me bi cotkar û zanista baştir û endezyarên baştir heye, ev jî ji we ve dest pê dike, eger hûn bikarin di xwendina xwe de serkeftî bin, piştrast bin ku hûn ê bibin kesên baş ên welatê me û gavên baş jî bavêjin.”