Bekir Bozdag: Fînlanda û Swêdê heta niha ti kes radestî me nekirine

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Fînlandiya û Swêd sozên dane cîbicî nekirine
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, wêne: AA
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, wêne: AA

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, Swêd û Fînlanda sozên dane cîbicî nekirine û heta niha ti kesek radestî me nekirine.

Wezê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ji kanaleke televizyonê ya Tirkiyê re axivî û got, mercê Tirkiyê yê ji bo Swêd û Fînlanda bibin endamê NATOyê ew e, di mijara tekoşîna li dijî terorê de piştgiriya Tirkiyê bikin. eger ev daxwaza Tirkiyê neyê pejirandin, em piştgiriyê nadin endamtiya wan ya NATOyê.

Bekir Bozdag destnîşan kir, heta niha Fînlanda û Swêdê sozên dane cîbicî nekirine û ti kesek radestî wan nekirine, berûvajî wê yekê, niha piştgiriya her du welatan ji bo PKK û Tevgera Gulen berdewam dike.

Wezê Dadê yê Tirkiyê got, meha bê şandeke her du welatan dê serdana Tirkiyê bikin û ewê mijara radestkirina wan kesan gotûbêj bikin.

Bozdag destnîşan kir ku ew li bendê ne Fînlanda û Swîd sozên dane Tirkiyê cîbicî bikin.

Tirkiye ji Fînlanda daxwaza heft kesan ku sê ji wan endamên PKKê û çar jî yên Tevgera Gulene dike. Herwiha ji Swêdê jî daxwaza 33 kesan dike.

Roja 28ê Hezîrana 2022yan, di Lûtkeya NATOyê de li Madrîda paytexta Îspanyayê, civînek hate kirin û her sê welatan, Tirkiye, Fînlanda û Swêd ji bo berdewamiya piştevaniya li dijî her gefeke li ser ewlekariya hevdu, peymanek îmze kirin.