TMMOB: Firotina taxeke Diyarbekirê ji aliyê qeyûm ve ne hiqûqî ye

Li Diyarbekirê Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) bi daxuyaniyeke hevpar, bang û daxwaz kirin ku firotina taxa Fabrîqayê ku niha ji bo firotinê hatiye îlankirin, bê rawestandin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Jûra Yekîtiya Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) bi daxuyaniyeke hevpar, bang û daxwaz kirin ku firotina taxa Fabrîqayê ku niha ji bo firotinê hatiye îlankirin, bê rawestandin.

Rêvebirên Jûrên Endezyar û Mîmaran yên li Diyarbekirê bal kişandin ku li Diyarbekirê projeyên nûjenkirinê bê navber berdewam dikin û ragihandin ku ew li dijî projeyên nûjenkirina bajêr nîn in. Lê nûjenkirin jî divê, di berjewendiyên welatî û şêniyan de; bi awayekî rêkûpêk bên kirin.

Li ser navê avahîsaz û endezyaran Hevserokê Jûra Endezyarên Avahîsazî yê Diyarbekirê Ferît Karahan daxuyanî xwend.

Ferît Karahan ragihand ku li taxên Diyarbekirê ku heta niha hatine nûjen kirin, kirinên der hiqûqî hatine kirin û niha jî tê xwestin ku Taxa Fabrîqayê bi temamî ji rantê re bê firotin û pêşkêş kirin.

Karahan daxuyand ku ji bo firotina taxê bê rawestandin, serîlêdanên hiqûqî kirine û dê şopîner bin ku mafên civakî û welatîyan bên parastin.

Taxa Fabrîqayê ku bi ser navçeya Yênîşehir a Diyarbekirê ve ye, di 7’ê Îlonê de ji bo firotinê hatiye îlankirin û heger ku biryar neyê rawestandin, dê di 20’ê Îlonê de, bê firotin. Li taxa navborî nêzîkî 400 mal hene û 2 hezar kes li taxê niştecî ne.