Ji Selahattîn Demîrtaş nameya 'namzedê hevbeş'

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ragihand ku ew şanaziyê bi wê yekê dike bibe namzedê Serokomariya Tirkiyê, lê ji ber rewşa xwe ya girtîgehê niha di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de nabe namzedê hevbeş.
Selahattîn Demîrtaş
Selahattîn Demîrtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve girtî ye, bi nameyekê ji girtîgehê ragihand ku ew şanaziyê bi wê yekê dike bibe namzedê Serokomariya Tirkiyê, lê ji ber rewşa xwe ya girtîgehê niha di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de nabe namzedê hevbeş.

Selahattîn Demîrtaş nêrînên xwe yên derbarê namzedê hevbeş yê partiyên opozîsyonê de  eşkere kiriye û dibêje: “Divê namzedê hevbeş bikare li hember mafên ziman, nasname, bawerî û mafên kolektîf rê û rêbazên çareseriyê yên demokratîk pêşkêş bike.”

Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, ji televizyoneke Tirkiyê re nameyek şandiye û têde nêrînên xwe yên derbarê namzedê hevbeş yê postê serokomar di hilbijartinên Hezîrana 2023ê de eşkere kirine.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş di nameya xwe  de diyar kiriye, ew şanaziyê bi wê yekê dike ku di hilbijartina bê ya serokomariya Tirkiyê de bibe namzed, lê niha ji ber rewşa wî ya heyî, ew di hilbijartinan de nabe namzedê hevbeş.

Selahattîn Demîrtaş derbarê namzedê hevbeş ê partiyên opozîsyona Tirkiyê de bo postê serokomariyê jî dibêje: “Ne rast e ez li ser namzedekî opozîsyonê navekî bidim. Lê hêviya min ew e hemû opozîsyon lihev bikin û wek namzedê me yê hevbeş beşdarî hilbijartinan bibe û di gera yekem de bi ser bikeve. “

Hevserokê berê yê HDPê pêwîst dibîne ku namzedê hevbeş ê serokomariyê bikare rêzê li civakê bigire, xwedî helwesteke demokrat û têgihiştî be û hemû civakê hembêz bike û dibêje: “Ez dizanim ji bo hilbijartinên pêşiya me namzedên li gor van krîteran hene. Ez hêvî dikim em bikarin wek gel li dor namzedekî wiha bibin yek û aştî û demokrasiya xwe bi awayekî bihêz ava bikin. Em ê ji bo vê yekê li ser kar û xebatên xwe berdewam bin."