Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a Amerîkayê dike

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender berî bîstekê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Amerîkî bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî Celeste Wallender berî bîstekê bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkara Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Karûbarên Asayişa Navdewletî îro jî dicivin û çend pirsên taybet bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û rewşa Iraq û navçeyê gotûbêj dikin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, her di vê çaroveyê de biryar e rêkeftinek di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de ji bo hevkarîkirina hêza Pêşmerge were îmzekirin.