Li gor rapirsiyan di nav Kurdan de rêjeya dengên CHPê zêde dibe

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji aliyê desthilatdar û opozîsyonê ve hilbijartinên 18ê Hezîrana 2023an krîtîk tên nirxandin.
CHP
CHP

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê,  ji aliyê desthilatdar û opozîsyonê ve hilbijartinên 18ê Hezîrana 2023an krîtîk tên nirxandin.

Hevpeymana Cumhur bi daxwaza ku desthilatdariya wê berdewam bike; opozîsyon jî bi daxwaza guhertina desthilatdariyê derketine qadan. Hem desthilat hem jî opozîsyon daxwaza zêdetir dengên kurdan dikin. Lê vê carê Kurd jî ji herdu aliyan daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin.

Di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an de CHPê li 24 bajarên Bakur tenê 8 kursî bidest xistibû. Lê belê CHP’ê ji beriya salek û nîvê “Maseyê Rojhilat” damezrandin û xwest ku derbarê Kurdan de rûpeleke nû veke.

Ji aliyekê ve şandeyên CHPê yên Maseyê Rojhilat serdana bajarên Kurdan dikin, ji aliyê din ve Serokê Giştî yê CHP’ê li bajarên Kurdan dest bi mîtîngan kiriye.

Siyasetmedarên CHP’ê dibêjin; pirsgirêka kurd pirsgirêka Tirkiyeyê ye û dê vê pirsgirêkê di parlementoyê de çareser bikin.

Li gorî encamên rapirsiyên, rêjeyeke zêde ya kurdên ciwan yên ku yekem car dê dengên xwe bi kar bînin jî  dê dengên xwe bidin CHP’ê.