Li Diyarbekirê partî û saziyên civaka sivîl bertek li dijî kuştina Jîna Emînî nîşan dan

Li bajarên Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi çalakiyan piştgiriya xwepêşandanên kuştina keça kurd a Rojhilatî Jîna Emînî dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li bajarên Bakurê Kurdistanê partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi çalakiyan piştgiriya xwepêşandanên kuştina keça kurd a Rojhilatî Jîna Emînî dikin.

Nûner û rêveberên partiyên Koma Xebata Hevpeymana Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd li Diyarbekirê bertek nîşanî Îranê dan û ragihandin ku; ew piştgiriyê didin vê serhildanê û bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin.

Kuştina keça kurd a Rojhilatî Jîna Emînî, li bajarên Bakurê Kurdistanê jî rastî nerazîbûnan tê. Nûnerên partiyên siyasî û sazî û rêxistinên civaka sivîl bi çalakiyan kuştina Jîna Emînî protesto dikin û piştgiriya çalakvanên ku li dijî rejîma Îranê derketina qadan dikin.

Li Diyarbekirê Koma Xebata Hevpeymana Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd daxuyaniyeke hevpar ragihandin û gotin ku ev berxwedana hevpar dê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê encaman bi xwe re bîne.

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ji K24ê re ragihand: “Em pişrtgiriya van çalakiyan dikin û bang li hemû gelên cîhanê dikin ku bila piştgiriyê bidin gelê Kurd û gelên Îranê. Ev xwepêşandan bûne sedema du tiştan, yek; mafê gelê Kurd ê azadî, dudu; mafê demokrasiyê da ku li dijî rejîma Îranê pêş de here. Ev gelekî girîng e. Ji bo vê yekê gelê Kurd berxwedaneke gelek mezin dike û gelê Îranê jî derketiye qadan.”

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku ew di wê baweriyê de ne ku tekoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê pêk tê, dê di her du qadan de rê li ber destkeftiyên mayînde veke.

Endamê Encûmena Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) Ozan Kardaş ragihand: “Heger ew xwişka me ne kurd bûya min bawer nedikir dê wisa bihata qetilkirin. Em dibînin jinên li Îranê porê wan xuya dike, neynikên wan ojekirî ne, ev tişt hene lê belê ji ber ku Jîna Emînî Kurd bû wisa kirin. Divê di vê mijarê de em baldar bin da ku li Rojhilatê Kurdistanê zirar û ziyan negihe miletê Kurd.”

Rêveber û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivil bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku ew li dijî rejîma Îranê sepandina cezayan pêk bînin û bang li gelên cîhanê jî dikin ku li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser jinan û gelê kurd û gelên din helwestekê nîşan bidin.