Selahattin Demirtaş ji bo Jîna Emînî porê xwe kur kir

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ku li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ne, weke bertekek li hember kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, porê xwe kur kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê berê yê  Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Selçuk Mizrakli ku li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ne, weke bertekek li hember kuştina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, porê xwe kur kirin.

Bertekên li hember kuştina keça Kurd a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hîcaba Îslamî hatibû kuştin, ji bilî Rojhilatê Kurdistan û Îranê li seranserê Kurdistanê û cîhanê jî didomin.

Hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demirtaş ragihand ku Selahattîn Demîrtaş û Adnan Selçuk Mizrakli li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi kurkirina porên xwe nerazîbûna xwe nîşan dane.

Demirtaş ragihand: “Em êşa Mehsa Emînî ya ku ji ber derketina tayeke porê wê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatiye kuştin, di kûrahiya dilê xwe de hest dikin. Berxwedana li beramber zext û guvaşê ne tenê berpirsyariya jinan e. Weke piştevanî bo ew jinên ku li Îranê, ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin, min û hevalê xwe yê girtîgehê Dr. Selçuk Mizrakli me porê xwe kur kir. Hemû sîstemên zilm û zordariyê dê zû an dereng li hember berxwedana gel têk biçin. Silav bo yên ku li ber xwe didin.”