Hejmara qurbaniyên keştiya li qiraxên Sûriyê noqî avê bûbû gihîşte 100 kesî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên keştiya koçberan a li qiraxên Sûriyê noqî avê bûbû, gihîşte 100 kesî û hîna çarenivîsa 40 kesî din ne diyar e. Di nava qurbaniyan de Kurdên Sûriyê hene.

Roja Pêncşema borî 22ê Îlona 2022an, li peravên Sûriyê keştiyeke koçberan ku ji Lubnanê derketibû, li nêzîkî qiraxên Tertûsa Sûriyê noqî avê bûbû û di encamê de bi dehan kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku tîmên hawarhatinê karîn 8 termên din ji deryayê derbixin, bi vê yekê jî hejmara qurbaniyan gihîşt 100 kesî.

Ji ber xirabiya rewşa derbarê, bi salan e ji Lubnanê bi hezaran kes wek koçber bi rêya deryayê berê xwe didin Qibrisê û beşek ji wan ji ber binavbûna qeyik û belemên wan, canê xwe ji dest didin.

Li gorî zanyariyan, di wê keştiya noqî avê bûbû Welatiyên Filistîn, Lubnan, Sûriye û Kurdên Rojavayê Kurdistanê hebûn ku dixwastin bi rêya deryayê derbasî Yûnanistanê bibin.