Baroya Diyarbekirê bertek nîşanî lêpirsîna "Ala Kurdistanê" da

Baroya Diyarbekirê bertek nîşanî lêpirsîn û kesên ji ber ku Ala Kurdistanê di pêşbirka Amedspor û Bursasporê de bilind kirine hatine binçavkirin, da.
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê bertek nîşanî lêpirsîn û kesên ji ber ku Ala Kurdistanê di pêşbirka Amedspor û Bursasporê de bilind kirine hatine binçavkirin, da.

Baroya Diyarbekirê, derbarê lêpirsîn û binçavkirina endamên Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanî (CNK) daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

Di daxuyaniya xwe de Baro bertekan nîşanî helwesta li hemberî Ala Kurdistanê nîşan dide. Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku; li gorî Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê tê naskirin û ew ala jî alaya wê ya fermî ye.

Baroya Diyarbekirê destnîşan kir: “Em dibînin ku di salên dawiyê de polîtîkayeke li hemberî nîşan û sembolên Kurdan birêve diçe. Divê dest ji vê siyasetê bê berdan. Destpêkirina lêpirsîn û binçavkirin nayê qebûlkirin.”

Herwiha diyar kir: “Ew alaya ku di pêşbirkê de hatî bilindkirin Ala Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Iraqê de hatiye naskirin. Em ê pêvajoyê bişopînin.  Divê demildest ew kesên ku hatîne binçavkirin serbest werin berdan.”