Hevserokên HDPê: Em êrîşa li Mêrsînê şermezar dikin

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê êrîşa şeva borî de ku êrîşî mala polîsan hatibû kirin, daxuyaniyek belav kirin û êrîşê şermezar dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar derbarê êrîşa şeva borî de ku êrîşî mala polîsan hatibû kirin, daxuyaniyek belav kirin û êrîşê şermezar dikin.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di daxuyaniya xwe de diyar dikin: “Bi taybetî di van rojan de ku em nêzî hilbijartinan dibin, em nikarin li hemberî van coş û kelecanên kesên ku dixwazin pêla nû ya tundî û provokasyonan wek serdema Hezîran-Mijdara 2015an bi kar bînin, bêdeng bimînin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Erka demokratîk a me hemûyan e ku em vê hesabê kesên ku dixwazin qada siyaseta demokratîk teng bikin û bêfonksyonel bikin pûç bikin.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Em êrîşa ku li Mêrsînê pêk hat şermezar dikin û girîngiya ronîkirina xalên di tariyê de mane tekez dikin. Weke HDP em ê li hemberî tundiyê helwesta xwe ya parastin û pêkanîna siyaseta demokratîk bi israr bidomînin.”

WEZÎRÊ NAVXWE YÊ TIRKIYÊ: ÊRÎŞ JI ALIYÊ PKKÊ VE HATIYE KIRIN

Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê êrîş li komelgeha niştecihbûnê ya taybet bi polîsan hate kirin. Polîsan jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derket.

Di derheqê êrîşê de Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Suleyman Soylu diyar kir, di encama êrîşê de polîsekî wan hat kuştin, polîsek û welatiyekî birîndar bûye.

Soylu da zanîn, êrîşkaran teqemeniya ser xwe teqandina û li gor dazanîna Soylu her du êrîşkar jin bûne û di pevçûnan de birîndar bûne û piştre xwe teqandine. Herwiha hat zanîn ku bergumanekî êrîşê jî hatiye desteserkirin.