Ji Hewlêrê ve ambulans û tîmên hawarhatinê ji bo Koye hatin şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rasperdeya Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmarek mezin ji ambulansan û tîmên hawarhatinê ji bo bajarê Koyê hatin şandin.

Piştî êrîşa Îranê li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koyê, li ser rasperdeya Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmarek mezin ji ambulansan û tîmên hawarhatinê ji bo bajarê Koyê hatin şandin û tevahiya nexweşxaneyên Hewlêrê ketin rewşa amadehiyê ji bo pêşwazîkirina li birîndaran.

Îro Çarşemê 28ê Îlonê, Îranê bi riya mûşek û droneyên bombekirî êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Koye, Zirgiwêz û Pirdê kirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Diktor Xalid li Koyê, Şêrwan Celal ji K24ê re got: Bombebaran berdewam e, ji ber wê jî tîmên me nikarin bigihin cihê bombebaranê, lê hejmarek birîndar gihîştine nexweşxaneyê.

Rêveberê Ragihandina Tendirustiyê li Koyê Hewkar Elî jî got: 2 şehîd û 7 birîndar hene ku di nava birîndaran de zarok jî hene.