Îran zozanên Berbizîn û geliyê Zerê dide ber topan

Topxaneya Îranê îro careke din navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Topxaneya Îranê 12 roj in li ser hev, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li qezaya Sîdekanê dide ber topan.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, îro careke din topxaneya Îranê zozanên Berbizîn û geliyê Xerê li qezaya Sîdekanê topbaran dike.

Îro 12 roj in bi berdewamî zozanên Berbizîn û gundên ser bi Nahiya Sîdekanê, ji aliyê topxaneya Îranê ve tên topbarankirin.

Her wiha Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona borî bi riya 73 mûşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.