Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dadê ya Federalî Salar Ebdulsetar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an, pêşwazî li Wezîrê Dadê ya Federalî Salar Ebdulsetar kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Wezareta Dadê û Desthilatên Dadweriyê yên Herêma Kurdistanê ligel Wezareta Dadê ya Federalê û giringiya parastina serwerî û serbixwebûna desthilata dadwerî û dadgehan hate kirin.
Di mijareke din a civînê de, tekez li ser giringiya weşandina rojnameya Weqa'ê ya Iraqê bi zimanê Kurdî wek zimanekî fermî li Iraqê hate kirin.