Almanya alîkariya Nexweşxaneya Pêşmerge dike

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermadarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê, serdana Nexweşxaneya Pêşmerge ya li Hewlêrê kirin û biryar li ser alîkarîkirina wê nexweşxaneyê hat dayîn.

Hewlêr (K24) – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermadarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê, serdana Nexweşxaneya Pêşmerge ya li Hewlêrê kirin û biryar li ser alîkarîkirina wê nexweşxaneyê hat dayîn.

Ji bo piştevaniya warê tendirustiya Pêşmerge, şanda serbazî ya Almanyayê diyar kir, ku ew di alîkarî û hevahengiya ligel Wezareta Pêşmerge de berdewam dibin.

Piştre bi awayekî meydanî, serdana Nexweşxaneya Pêşmerge kirin û ligel bijîşk û stafa beşên nexweşxaneyê bi hûrgilî gotûbêj kirin û behsa çawaniya pêşvebirina şiyanên stafa nexweşxaneyê ji aliyê pisporiyên bijîşkî û berfirehkirina beşên nexweşxaneyê kirin.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îro pêncşemê 6ê Cotmeha 2022yan, di daxuyaniyekê de ragihand, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr, bi yaweriya Fermandarê Hêzên Almanya yê li Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Almanya yê ji bo Nexweşxaneya Pêşmerge, serdana Nexweşxaneya Pêşmerge kirin.