Perwerdehiya Iraqê li dijî zimanê Kurdî biryarek da

Li gor biryareke Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, li dibistanan xwendekarên Ereb di dersa zimanê Kurdî de dereceya wan nizm be jî, weke ku di wê dersê de maye, nayê hejmartin.
Kerkûk
Kerkûk

Hewlêr (K24) – Li gor biryareke Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê, xwendekarên ku di dibistanên Erebî de dixwînin, di dersa zimanê Kurdî de dereceya wan nizm be jî, weke ku di wê dersê de maye, nayê hejmartin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê roja 6ê Cotmeha 2022yan nivîsek şandiye dibistanan, ku hemû wan xendekarên ku xwendina wan bi zimanê Erebî ye û dersa zimanê Kurdî jî tê xwendin, eger di dersa zimanê Kurdî de dereceya xwendekaran nizm be jî, weke binkeftî nayê hejmartin.

Ev biryara Wezareta Perwerdehiyê nîşaneya paşguhkirina zimanê Kurdî ye, ku wisa dike, xwendekar guh nedin vê dersê û fêr nebin.