Serok Barzanî peyamek bi boneya bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed belav kir
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (Silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî diyar kir: “Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, hezretî Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.
Di vê helkefta pîroz de ji Xwedayê mezin hêvîdar im deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegere.
Herwiha ji Yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibe.
Wesselamun aleykum werehmetullahu weberekatuhu
Mesûd Barzanî
08.10.2022