Arsenal ji Liverpoolê bir û vegeriya pêşengiya Lîga Premierê
Navenda Nûçeyan (K24) – Arsenal di Lîga Premierê ya Îngiltrayê de Liverpoolê têk bir û pêşengiya Lîga Premierê vegerand.
Şeva borî di gera dehemîn a Lîga Premierê de Arsenal mêvandariya Liverpoolê û bi encama (3 - 2) bi ser ket.
Golên Arsenal di xulekên (1) bi riya Gabriel Martinelli û du got di xulekên (45+5, 76) de bi riya Bukayo Saka hatin tomarkirin.
Golên Liverpoolê jî di xulekên (34 û 53) de bi riya Darwin Nunez û Roberto Firmino hatin tomarkirin.
Bi vî awayî, Arsenal puana xwe gihand (24) puanan da ku vegere serê rêzbendiya Lîga Premierê û yek xalê bi pêş Manchester City bikeve, ku duhî li hember Southampton bi (4) golan bê bersiv bi ser ket.
Liverpool jî bi (10) punana di rêza dehemîn de rawestiye.