Amerîka bang li Iraqiyan dike diyalogeke berfireh bikin û ji tundiyê dûr bikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji aliyên Îraqî kir ku bi rêya diyaloga aştiyane kar bikin ji bo çareserkirina kêşeya siyasî ya welat û got, tundûtûjî nayê qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyekê de ragihand, piştî salekê Iraqiyan di hilbijartinên pêşwext de deng dan bo avakirina hikûmetekê ku îradeya gelê Iraqê nîşan bide, lê heta niha serkirdeyên siyasî yên Iraqê, nakokiyên xwe yên siyasî çareser nekirine.

Price got, Waşinton piştgiriya diyaloga berfireh û giştgîr di navbera aliyên Iraqî de dike, ji bo danîna nexşerêyekê ji pêşerojê re.

Herwiha tekez kir ku tundûtûjî nayê qebûlkirin û daxwaz ji hemû aliyên Iraqî kir ku bi awayekî aştiyane ji xitimandina siyasî derkevin.

Salek di ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re derbas bûye, heta niha jî aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmeta nû li hev nekirine.

Di 10ê Cotmeha 2021ê de, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hate kirin. Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinan, zêdetirî 8 milyon dengderan li seranserê Iraqê dengên xwe dan û rêjeya beşdariyê ji sedî 41 bû.