Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 11ê Cotmeha 2022yan, pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevalier kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 11ê Cotmeha 2022yan, pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevalier kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî amade bû, li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa Iraqê û hewldanên derbaskirina xitimîna siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Girîngiya parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê û çareserkirina kêşeyan bi rêya gotûbêj û hevtêgihîştinê, beşeke din a gotûbêjên civînê bû.