Li kampên gundewarê Idlibê koçber di xema zivistanê de ne

Malbatên li kampên gundewarê Idlibê amadekariya zivistanê dikin û ji bo xwegermkirina di demsala zivistanê de bi komkirina paşmayan mijûl in.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Malbatên li kampên gundewarê Idlibê amadekariya zivistanê dikin û ji bo xwegermkirina di demsala zivistanê de bi komkirina paşmayan mijûl in.

Welatiyê bi navê Xalid Ebid Rehman û zarokên wî yên li kampa Tih ya gundewarê Idlibê, her roj berê xwe didin komkirina kelûpelan, da ku bikarin beşek ji Zivistanê, xwe di germbûnê de derbas bikin, ew dibêje ti kes alîkariya wan nake û kampa wan jibîrkirî ye.

Xalid Ebid Rehman dibêje: “Bi rastî rewşa me li kampa El Tih gelek xirab e, ti alî piştevaniya me nakin, kampa me jibîrkirî ye, ne di zivistanê de û ne di havînê de alîkariya me nakin. Beriya zivistanê ez û zarokên xwe diçin cihê gilêşê û naylon, dar û pilastîkê berhev dikin daku zivistana xwe pê derbas bikin, lê her têra me ji bo tevahiya zivistanê nake.”

Rêveberê kampê jî dibêje, ji ber rewşa darayî ya xirab û buhabûna nirxê sotemeniyê, herwiha nebûna alîkariyan ji aliyê rêxistinên mirovî ve xelkên kampê  berê xwe didin komkirina naylon û kelûpelên din, ku şewtandina wan jibo tendirustiyê gelek xirab e.

Rêveberê Kampê Ebid El Selam Yûsif diyar dike: “Serma li vir zû bi ser me de hat, xelkê kampê dest bi amadekariyên xwe kirine ji bo zivistanê. Ew  daran û paşmayan didin hev ji bo li zivistanê xwe pê gerim bikin, ti derfeta kar nîne li vir û buhayê her tiştî bilind bûye, lewma xelk berê xwe didin gilêşê û paşmayan û naylonan, tevî ku ev kereste gelek xirab in li ser tendirustiya wan, di sala borî de bûn sedema şewtandina çadiran û mirina koçberan., lewma em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi hawara xelkê ve werin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî derdaoa 2 milyon û 800 hezar kes li bakurê rojavayê Sûriyê koçber in, ku li ser 1400 kampan belavkirî ne û ji sedî 80 ji wan jin û zarok in.