Barcelona careke din bi egera derketina ji Champions League re rû bi rû ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelona careke din bi egera derketina ji qonaxa koman a Champions League re rû bi rû ye, ji ber ku şeva nekarî li hember Inter Milan bi ser bikeve.

Şeva borî di gera çarem a qonaxa koman ya Koma (C) a Champions League de, Barcelona mêvandariya Inter Milan kir û bi (3 - 3) wek hev ma.

Golên Barcelona di xuleka (40) de ji aliyê Osman Dembele ve û di xulekên (82 û 90+2) de ji aliyê Robert Lewandowski 2 gol hatin tomarkirin.

Nîcolo Barilla, Lautaro Martinez û Gossens jî di xulekên (50, 63 û 89) de golên Interê Milanê tomar kirin.

Bi vê wekheviyê, Inter di koma sêyem de ku Bayern Munich bi (12) pûanan serkêşiya wê dike, pûanên xwe gihandine (7) puanan û di rêza duyemînch girt. Barcelona jî bi (4) puanan di rêza sêyemîn de a komê de me.

Bi vê yekê re jî, êdî çarenivîsa Barcelona ne di destên wê de ye ku bigihe qonaxa (16) a vê pêşbirêkê, lewra pêwîstiya wê di du maçên mayî de bi serkeftinê heye û divê jî li bendê bimîne ku Inter di du maçên xwe yên dawî de jî zêdetir ji (2) puanan kom neke.