Nêçîrvan Barzanî: Girîng e hikûmeta nû ya Iraqê xizmetguzarî û derfetên kar pêşkêş bike

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê parastina yekrêziya navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê, hilbijartina serokomar, erkdarkirina serokwezîr ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê parastina yekrêziya navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê, hilbijartina serokomar, erkdarkirina serokwezîr ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêsemê 18ê Cotmeha 2022yan li bajarê Hewlêrê, di civînekê de ligel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson Richardson û şandeya pê re pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, hilbijartina Serokkomar û erkdarkirina Serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî careke din tekez kiriye ku gelek girîng e hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên kar pêşkêş bike, derfet jî heye hinek ji pirsgirêkên welat çareser bike û herwiha aliyên Iraqê li ser berjewendiyên bilind ên welatî divê bi awayekî stratejîk hizir bikin û bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vegerandin û parastina seqamgîriyê kar bikin.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareke din ya civînê bûye ku tê de tekezî li ser girîngiya parastina yekrêziya navbera alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Her du alî hevnêrîn bûne ku di warê demokrasiyê de welatên dost û civaka navdewletî ji nêzîk ve cavdêriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û çaverê ne ku astengî û arîşeyên li pêşiya hilbijatinan çareser bikin.

Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanyayê û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên navbera herdu aliyan, bi taybetî jî di warê kar û berhemanînê de, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û herêmî û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûne ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê tê de amade bû.