Berpirsekî YPGê di operasyoneke taybet a Tirkiyê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de li Rojavayê Kurdistanê di encama operasyoneke taybet a Tirkiyê de hatiye kuştin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Ayub Yakut yê bi navê “Amed Dorşîn” tê naskirin û Berpirsê Lîwaya Çavraş a YPGê bû, li herêma Şedadê ya li başûrê Hesekê hatiye kuştin.

Hat ragihand, Ayub Yakut ji ber kiryarên li dijî Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, ji aliyê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ve dihat şopandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Eyyûb Yakut di sala 2010an da li herêma Mûşê di nav rêxistina ciwanan a PKK (Ciwanên Welatparêzên Şoreşger) de operasyon kiribû.

Eyup Yakut di sala 2013an da tevlî kadroyên gundewarî yên PKKê bû. Di sala 2020an da li Akademiya Dilovan a li Kobanî-Sirrînê perwerdeya çêkirina bombeyan dîtibû.

Tirkiye di mehên dawî de li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê başûrê Kurdistanê gelek operasyon bi riya dronan û hermareke ji berpirsên PKK û YPGê kirine armanc.