Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê 28 kes desteser kirin

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê 28 kes bi tometa gefxwarin, lêdan, wergirtina xeracê, dolarên Lîbyayê û pereyên sexte hatine desteserkirin.

Hewlêr (K24) - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê 28 kes bi tometa gefxwarin, lêdan, wergirtina xeracê, dolarên Lîbyayê û pereyên sexte hatine desteserkirin.

Îro Duşemê 24ê Cotmeha 2022yan, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi hewldanên berdewam ên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û parastina ser û malên welatiyan, ji aliyê saziya me ve, ji roja 31ê Tîrmeha 2022an ve heta niha 28 kes li Hewlêrê hatine desteserkirin, ji wan 19 welatiyên Herêma Kurdistanê, 6 welatiyên Sûriyê û 3 kesên ji Bexdayê ne û tohmeta gefxwarin û lêdanê, bikaranîna navên dezgehên ewlehiyê, wergirtina xeracê, danûstandina bi dolarên Lîbyayê û pereyên sexte li ser wan heye.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew 28 kes li gorî bendên 452-281 yên yasaya cezayên Iraqê û biryara 160 a sala 1983an ji aliyê saziyên Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve li Hewlêrê hatine desteserkirin û ji bo dadgehê hatine şandin.