Du gundên Colemêrgê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin

Colemêrg
Colemêrg

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dorûbera du gundên Colemêrga Bakurê Kurdistanê, wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeha Colemêrgê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, ji bo astengkirina tevger û çalakiyên PKKê dorûbera du gundên bi navê Sorê û Tatlicakê yên girêdayî bajarokê Geverê, wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin.

Biryara parêzgehê ji îro 25ê Cotmehê ve destpê dike û heta 8ê Mijdara 2022an berdewam dibe. 

Li bajarê Colemêrgê jî ji sala 2016an ve, her cure xwepêşandan û çalakî tên qedexekirin û biryara qedexekirinê her 15 rojan tê dirêjkirin.