Li Cinêvê derbarê çarenûsa windakiriyên destê DAIŞê de gotûbêj hat kirin

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, li Cinêvê bal kişand ser hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarkirina revandiyên destê rêxistina terorîst a DAIŞê.

Hewlêr (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, li Cinêvê bal kişand ser hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarkirina revandiyên destê rêxistina terorîst a DAIŞê.

Bi hevkariya Wezareta Derve ya Swîsreyê û bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan, li Cinêvê civîneke şêwirmendiyê ji bo gotûbêjkirina çarenûsa windakiriyan hat lidarxistin.

Di destpêka civînê de Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî ku di heman demê de Serperiştyarê Cîbicîkirina Plana Herêmê bo Mafên Mirovan e, gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser wan pêşketinan ku di proseya cîbicîkirin û lipeyçûna plana Herêmê bo mafên mirovan li ser asta navdewletî, hatine bidestxistin.

Dîndar Zêbarî amaje bi qurbaniyên destê DAIŞê kir û got: “Piştî êrîşên terorîstên DAIŞê, Encûmena Wezîran lijneyeke wezarî pêk anî ji bo jenosîdnasandina tawanên DAIŞê û lijneyek jî ji bo rizgarkirina revandiyan ku hejmara wan gihîştiye 6 hezar û 417 kes, di nav wan de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Bi hewldanên berdewam ên Hikûmeta Herêmê, heta niha 3 hezar û 554 kes hatin rizgarkirin. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi belgekirina tawanên DAIŞê kiriye, 5 hezar û 170 dosye hatine arşîvkirin, ji wê hejmarê jî zêdetirî 2 hezar û 324 dosye bi awayekî yasayî hatine temamkirin û 2 hezar doz jî heta niha di bin lêkolînê de ne, herwiha 2 hezar û 916 dosye wek winda hatine tomarkirin.”

Zêbarî bal kişand ser hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û UNITAD û got: “Divê aliyên navdewletî ji nêz ve ji hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser hevahengiya ligel civaka navdewletî ji bo sizadana terorîstan, agahdar bin.”

Herwiha eşkere kir, di çarçoveya proseya arşîvkirina belgeyan de bi hevkariya UNITAD bi hezaran belge û dosye û vîdeo û wêne û tomarên deng ji fermangehên cuda cuda hatine komkirin.