Parlamentoya Iraqê bawerî da kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî
Hewlêr (K24) – Parlamentoya Iraqê bawerî da destbikarkirina 21 wezaretên li kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî û du postên wezaretê jî, bo rûniştinên bê yên parlamentoyê hatin paşxistin.
Îro Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna 253 parlamenteran, Parlamentoya Iraqê bawerî da beşek ji kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî.
Piştî ku roja 13ê Cotmeha 2022yan, ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat erkdarkirin, Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, îro karnameya kabîneya hikûmeta xwe eşkere kir û beşek ji wezîrên wî, di rûniştina Parlamanetoya Iraqê bawerî wergirt.
Derbarê pişka Kurdan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de, Fûad Husên ji bo postê Wezîrê Derve yê Iraqê û Xalid Şiwanî ji bo postê Wezîrê Dadê yê Iraqê di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de baweriya piraniya endamên parlamentoyê bi dest xistin.
Kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê wiha ye:
Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîr
Fûad Husên, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîr
Mihemed Elî Temîm, Wezîrê Plandanîn û Cîgirê Serokwezîr
Heyan Ebdulxenî Ebdulzehre Sewda, Wezîrê Petrol û Cîgirê Serokwezîr
Teyf Samî Mihemed Şekirçî, Wezîrê Darayî
Sabit Mihemed Seîd Reza Ebasî, Wezîrê Berevanî
Ebdulemîr Kamil Şemerî, Wezîrê Navxwe
Xalid Selam Seîd Şiwanî, Wezîrê Dadê
Ziyad Elî Fazil, Wezîrê Elektrîkê
Salid Mehdî Mutleb Hesnawî, Wezîrê Tendirustiyê
Ebas Cebir Elyawî, Wezîrê Çandiniyê
Ehmed Casim Yabir Esedî, Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî
Xalid Bettal Necm Ebdullah, Wezîrê Pîşesazî û Kanzayan
Neîm Ebd Yasîr Ebûdî, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
Îbrahîm Namis Mûsa Cibûrî, Wezîrê Perwerdehiyê
Esîr Dawûd Selman, Wezîrê Bazirganiyê
Ehmed Fekak Ehmed Bedranî, Wezîrê Rewşenbîrî, Geştûguzarî û Şûnwaran
Ehmed Mihemed Husên Qasim, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan
Îvan Fayeq Yeqûb Cabrû, Wezîrê Koç û Koçberan
Ewn Ziyab Ebdullah, Wezîrê Çavkaniyên Avê
Heyam Ebdû Kazim Yasirî, Wezîrê Gihandinê
Rezaq Mihêbs Ecîmî, Wezîrê Veguhestinê