Koreya Bakur du mûşekên balîstîk ceribandin

Şanderên Amerîka, Koreya Başûr û Japonya yên dosyeya atomî, ceribandina mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanderên Amerîka, Koreya Başûr û Japonya yên dosyeya atomî, ceribandina mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur şermezar kirin û ragihandin, pêşvebirina çekê atomî û mûşekên balîstîk, alîkariya asayîşa navçeyê nake.

Piştî ku Koreya Başûr, rahênanên xwe yên serbazî bi dawî kir, îro înê 28ê Cotmeha 2022yan, Koreya Bakur du mûşekên balîstîk ên mesafeya kurt, li qeraxên rojhilatê welatê xwe ceribandin.

Wezareta Derve ya Koreya Başûr du daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe li hember vê pêngava Koreya Bakur nîşan da û ragihand, cûreyên bi vî rengî yên ceribandinê, alîkariya bihêzkirina hevahengiya ewlehiyê ya navçeyê nake.

Ev pêngava Pyongyanga paytexta Koreya Bakur di demekê de ye ku tirsa amadekariyên wî welatî ji bo encamdana yekemîn ceribandina atomî li holê ye.