Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê biryareke xwe ya li ser zimanê Kurdî betal kir

Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ragihand, li dibistanên Erebî yên Iraqê, her xwendekarê ku di dersa zimanê Kurdî de dereceya pêwîst wernegire, dê weke serkeftî neyê hejmartin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ragihand, li dibistanên Erebî yên Iraqê, her xwendekarê ku di dersa zimanê Kurdî de dereceya pêwîst wernegire, dê weke serkeftî neyê hejmartin.

Beriya 20 rojan, Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê ragihandibû, xwendekar eger di dersa zimanê Kurdî de dereceya pêwîst wernegirin jî, dê weke serkeftî werin qebûlkirin.

Ew biryar bi zexta Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hat betalkirin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqê roja 6ê Cotmeha 2022yan bi îmzeya Rêveberê Giştî yê Ezmûnan ragihandibû, hemû wan dibistanên ku xwendina wan bi zimanê Erebî ye û dersa zimanê Kurdî tê de tê xwendin, xendekar eger dereceya pêwîst di dersa zimanê Kurdî de wernegirin jî, weke ku ji wê dersê bi ser ketiye tê hejmartin.