Erdogan: Armanca me amadekirina destûreke nû ye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya di civîna “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” de ragihand, amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên wan ên sereke ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya di civîna “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” de ragihand, amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên wan ên sereke ye.

Serokomarê Tirkiyê li bajarê Enqere yê Tirkiyê, civîneke bi navê  “Vîzyona Sedsala Tirkiyê” saz kir û derbarê karên ku li Tirkiyê di desthilata partiya wî de hatine kirin axivî  û behsa  armancên  xwe yên  di sedsala nû ya damezrandina Komara Tirkiyê de kirin.

Recep Tayyip Erdogan got ku wan di dema desthilata xwe de milyonek û 170 yekeyên niştecihbûnê avakirine û  got: “Me nûjenkirina 3 milyon yekeyên niştecihbûnê jî temam kir. Bi vê yekê jî 12 milyon welatiyên me bi awayek ewle di yekeyên niştecihbûnê de dijîn.”

Erdogan ragihand ku wan di desthilata xwe de gelek proje û karên girîng ji bo Tirkiyê kirine, lê wan nikariye Destûra Tirkiyê biguherin û got, “Amadekirina destûreke nû ji bo Tirkiyê yek ji armancên sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ye.”

Herwiha got: “Tevî ku di dema hikûmetên me de, me gelek  guherîn di destûrê de kirine jî, lê heta niha kêmasî hene. Dema vê destûra derbeya 12ê Îlonê  ji zû de temam bûye, ku xizmeta zordariyê dike. Hewlên me ji bo ji nû ve amadekirina destûrê berdewam bûn, lê ji ber amadenebûna aliyên opozîsyon hewlên me bi ser neketin. Hebûna destûreke nû ji bo welatê me yek ji armancên herî sereke yên vîzyona me ya sedsala Tirkiyê ne.”