HDP ji bo namzediya serokkomariyê di çi astê de ye?

Partiya Demokdarîk a Gelan (HDP) jî bo ku namzedekî bihêz nîşan bide dest bi xebatan kiriye
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Trkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinan partiyên siyasî jî det bi diyarkirina namzedên serokkomariyê dikin. Partiya Demokdarîk a Gelan (HDP) jî bo ku namzedekî bihêz  nîşan bide dest bi xebatan kiriye û bo nemzediyê hewza navan hatiye avakirin. Rayedarên HDPê dibêjin lîsteya navan her roj zêde dibe lê hêj kes nehatiye zelalkirin. Şirovekarên siyasî jî dibêjin HDP li benda namzedê maseya şeşalîye loma namzedê xwe eşkere nake.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de ger çi guherînên derasayî pêk neyên di Hezîrana 2023an de hilbijartinên parlementerî û ya serokkomariyê tê lidarxistin. Ji ber ku nêzî 7 meh mane bo hilbijartinan partiya dehilatdar ak partî û hevkarê vê partiya netewperest MHP namzedê xwe yê serokkomariyê wek serokkomarê heyî Recep Tayîp Erdogan diyar kirine. Partiyên muxalefetê jî tevî 7 hevdîtnan heta niha namzedê xwe bo serokkomariyê diyar nekirine. HDPê jî biryar daye ku namzedê xwe diyar bike û bo vê yekê jî dest bi xebatan kiriye. Derbarê vê mijarê de berpirsê karûbarên hilbijartinê yên HDPê amaje pê dikin ku heta niha bo kesê pêşniyaza namzediyê nahatiye rêkirin lê hewza hatiye avakirin de gellek nav hene.

Berpirsê karûbarên Hilbijartinan yên HDPê Emîralî Tûrkmen ji K24ê re got: “Niha me lijneyek ava kiriye bo diyarkirina namzedê serokkomariyê û navê namzedan di hewza vê lijneyê de tên komkirin. Helbet navê gelek kesan derbas dibe lê me ji bo kesê pêşniyaza namzediyê nerêkiriye û em li ser ti navan rênekeftine. Niha lîsteya navan tê amadekirin Navê Ehmet Tirk, navê hevserokên me û navê gellek kesan heye. Ger namzedê maseya şeşelî gorî rêgezên me be dibe ku em qonaxa yekem û duyem de namzed nişan nedin.”

Bi boçûna şirovekarên siyasî jî HDPê ji ber çend sedema dev ji namzediya Selahattîn Demîrtaş berda ye û tevî ku çendîn nav bên bilêvkirin jî HDP benda namzedê maseya şeşalî ye.

Şirovekarê siyasî Dr. Îbrahîm Uslu dibêje: “Niha HDPê li gel pêkhateyên tifaqa Ked û Azadiyê din ava hevdîtina de ye. Navê hevserokan Mîrhat Sancar Pervîn Buldan, Ehmet Tirk, Riza Tûrmen û Gençay Gûrsy derbas dibe. Ji ber ku Demîrtaş di girtîgehê de ye û hatiye sizakirn HDPê dê Demîraş neke namzed. Li gel navê heyî dê hejmara navan zêde bibe. Lê belê HDP hêj jî benda namzedê maseya şeşalî ye û namzedê maseyê gor van nebe neçarî dê namzedê xwe nîşan bidin.”

Di hilbijartina serokkomarî ya sala 2018an de HDPê hevserokê xwe yê berê Selahattîn Demîrtaşê k udi girtîgehê de ye wek namzedê nîşan dabû. Demîrtaş bi rêjeya ji sedî 8.4 nêzî 5 milyon deng bidest xistibûn û bibû sêyemîn. Lê belê vê carê pispor dibêjin HDP dê Demîrtaş namzed nişan nede û dê namzedê HDPê kî yan jî kê be hêj nediyar e.